Smiley face
sorani
Smiley face

Ji dadgeha Silêmaniyê biryarek cinsiyetperest û ne adîl

2017-03-19 12:14:52
Zilamê ku li bajarê Silêmaniyê 16 perasuyên hevjîna xwe şkand û hewlda zarokê xwe bifiroşe, ji aliyê dadgehê ve bi wekalet serbest hate berdan


 

 


ŞINE FAYÎQ/SILÊMANÎ

 

 

R. A.’yê ku di Kanûna 2016’an de li bajarê Silêmaniyê hevjîna xwe Helawe bi şêweyek hovane îşkence kir,  16 perasu, hestiyê mil û hestiyê singa Helawe şikand beyî agahdarkirina Helawe ji aliyê dadgehê ve bi weklet serbest hate berdan.

 

Birayê Helawe Ş M. têkildarî  mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Hevjînê Helaweyê bi kefaleta 150 hezar dînar serbest hatiye berdan.”

 

Ş M. ev jî got: “Piştî  bihîstina bûyerê me Parêzerê Helawe, Serokê Licneya Mafê Mirovan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, parlamenterên Iraqê, Rêveberiya li dijî pêkhatina şîdeta li dijî jinan û dadgerên Silêmaniyê ji bûyerê agahdar kirin.”

 

Ş M anî ziman ku dadgehê derketina derve ya R. A yê qedexekiriye û berpirsên balafirgehê jî hatine agahdar kirin.

 

Ş M.  anî ziman ku Serokê Licneya Mafê Mirovan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Soran Omer, Parlamentera Herêmê Geşe Şêx Dara û Parlamentera  Iraqê Rêzan Şêx Dilêr li gel parêzerê wan dê têkildarî biryarê serlêdana sûc bikin.

 

Birayê Helawe Ş M. tekildarî gotinên ku dibêjin R. A. pasaporta welatê Brîtanya heye jî wiha got: “Em bi xwe jî nizanin heye yan na. Demeke di got pasaporta min heye demek jî digot nîne. Carna jî di got kartek spî li gel mine. Her gava ku ez bixwazim ez dikarim pê biçim.”

 

Beriya niha jî  Helawe û xwişka xwe ji ajansa me re axîvîbûn û diyar kirîbun ku  R. A. dema destpêkê hatibû binçavkirin jî gef li zarokên xwe xwaribû ku îfadeyeke dijî wî nedin. Helawe û xwişka wê jî gotibûn, R A di girtîgehê de gotiye; ‘ Ezê 10 hezar dolar bidim parêzer û ji saetek jî di zîndanê de namînim. Êzê xwe wenda bikim ku destê kesê jî negihije min.’

 

Hevjînê Helawe temenê xwe 42 salî ye. Rûniştvanê taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê ye. R A.  di meha Kanûna 2016’an de bi awayeke hovane hevsera xwe Helawe îşkence kir. Piştî ku tişteke hişk li serê Helawe dixe, Helawe bê hiş dikeve. Piştre bi lingan pişta wê, 16 perûsiyên wê, sê hestiyên mil û hestiyê singa wê dişkîne.”

 

Helawe nêzî 40 rojan li nexweşxaneyê bê hişt hate razandin. Piştî hat hişyarkirin demekê dibin çavdêriya bijîşkan de ma û paşê birayê wê ew birin mala xwe. Ji ber hîna jî rewşa wê ya tendûristiyê baş nebûye xwişk û birayên wê lê temaşe dikin.

 

Helawe dayika pênc zarokane. Sedema sereke ya ku ji aliyê hevserê wêve hate êşkence kirin ewe ku Helawê rê li pêşiya firotina zarokê xwe yê çar mehî H.R girtiye. R A dixwast zarokê 4 mehî di berdêla neh hezar dolarî de bi firoşe malbatekî din.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin