Smiley face
sorani
Smiley face

Ji parlementerê beşdarî bîranîna Helebceyê bû re, 3 sal cezayê girtîgehê têxwastin

2017-03-18 11:12:45
Derbarê Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê Amedê û Endamê Şandeya Îmraliyê Îdris Baluken de, bi hinceta di sala 2014'an de li Çewlîgê beşdarî meşa ji bo şermezarkirina komkujiya Helebceyê, bi daxwaza 3 sal cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin. 


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 


Der barê Parlementerê HDP'ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdris Baluken de, bi hinceta di 16'ê Adara 2014'an de li Çewlîgê beşdarî meşa şermezarkirina Komkujiya Helebceyê bûye, bi daxwaza 3 sal cezayê girtîgehê, doz lê hat vekirin. 

Di fezlekeya ku veguherandin îdianameyê de bi îdiaya "Muxalefeta li dijî Qanûna Civîn, Meş û Xwepêşandanan" derketiye, ji 6 mehan heta 3 salan cezayê girtîgehê jêre têxwastin. Di îdianameya ku ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Edliyeyê ya Çewlîgê ve hat qebûlkirin de, hat gotin ku BDP'a bajêr têkildarî salvegera Komkujiya Helepceyê, serî li ti deverekê nedaye û li Kolana Gençê "civîn û xwepêşandaneke derqanûnî" li dar xistiye. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Baluken jî beşdarî meşê bûye û di vê meşê de axaftineke bi naveroka xwe siyasî bûye kiriye. 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin