Smiley face
sorani
Smiley face

Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê: Ev êrîşe dijî Êzidiyane, ne dijî PKK’ê ye

2017-03-17 16:48:22
Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih diyar kir ku ew êrîşa li dijî Xanesorê çêbûye, armancê wê qirkirina Êzidiyane, ne dijî PKK’ê ye û got; “Ev êrîşa bi armanca ji bo gelê Êzidî cardin nevegere Şengalê û Şengalê ji Êzidiyan valan bikine. Di vê çarçoveyê de hedefgirtina Xanesorê jî pir giringe.”



 

 

DANA OMER/ ROJNEWS


Di 3’ê Adarê de komên çekdarên girêdayî PDK’ê êrîşê bajarokê Xanesorê yê Şengalê kirin û heya niha jî êrîş û zexten PDK’ê yên li ser Şengalê didomin. Têkildarî armanc û planên li pişt van êrîşan Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ev êrîş berdewama fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê ne û şerekî dijî Êzidiyane ku destê dewleta Tirk dinav de heye.

 

Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih di dewama hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa me de  diyar kir ku ew şerê Xanesorê weke şerê birakujiyê nabînin, weke şerê dijî Êzidiyan dibînin û wiha dewam kir:

 

‘Ev ne hêzên Rojin, hêzên reşin û karê wan xirakirina yekîtiya neteweyî ye’

 

“Aloziyên li Şengalê çewan rû dan û niha rewşa Şengalê çewane?

 

Bûyera 3’ê Adarê bandorek gelek mezin li ser Şengal û deverê kir. Ev bûyer li Iraq, hikûmeta Herêma Kurdistanê ,her çar parçeyên Kurdistanê û tevahî cîhanê deng veda. Êrişek qirêj bu ji aliyê çeteyên PDK’ê ve hat encamdan. Ji ber ku ew ne hêzekî fermî ne, çetene. Di yasayên navnetewi û penaberî de jî nabe ku penaber bibe leşker. Hemû cîhan jî dizane ew xelkê Rojava ne. Ya din jî çend kesek ji Rojava hatine Herêma Kurdistanê û dibin navê pêşmergeyên Roj de hatine perwerdekirin. Lê mixabin ew ne hêza Rojê ne. Roj tiştekî pîroze. Ew hêza tarî ne, karê wan ji tevlîhevkirina yekitiya Kurdistanê ye. Karê wan jî dijî Kurdistanê şer kirine. Di bûyera Xanesorê de eşkere bû û hat îspatkirin ku ew hêz berjewendiyê Tirka û dijminahiya vî gelî pêktîne.

 

‘Rojane gel vedigere Xanesorê, ji ber wê Xanesor kirin hedef’

 

Çima ew hêz şandine nêzî Şengalê?

 

Ev du sale Xanesor hatiye azadkirin, aramiyek xweş têde hebû. Rojane gelek malbat ji Başûrê Kurdistanê vedigeran Xanesorê.  Rabûn ew kirin armanc û êrişî Xanesorê kirin. Maf û fermana şerkirinê ji wan re hatibû dayîn. Ev xeteriyek gelek mezin bû. Destpêkê wan êrişî YBŞ kirin û şer derxistin. Di wî şerî de 7 servan şehîd kirin û 21 jî birîndar kirin. Gelê me yê Êzidî yên li  Rojava  di fermana 3’ê Tebaxê ya li ser Şengalê pêk hatî de xwe ji êşa gelê Şengalê cûda ne dît. Di roja 6’ê Tebaxê de dema korîdora dinavbera Şengal û Rojava de vebû, hemû gelê Rojava Sûryani, Xiristiyan û Êzidi bi wesayitên xwe ve hatin gelê me yê Êzidî rizgar kirin. Pişti vê êrişa li xanesorê çêbûyî û zext li ser gelê me cêbûyî, bi sedan malbat li Xanesor û Sinûnê bûn, dîsa koçî Çiyayê Şengalê kirin.  Ewên mane ji di nava wesayitên xwe de man. Hinek jî çûn gel xizmên xwe di nav çadiran de. Dema ku ev bûyera 3’ê Adarê çêbûyî fermana 3’ê Tebaxê hat bîra gelê Şengalê û gelê Rojava ji. Ji ber vê çendê ji xwe dane hev, di aliyê manewî de ango gotin gelê me yê Êzidî hun ne bi tenê ne, em piştgiriya we dikin. Em bi êşa we dihesin û xwestin bi gelê Şengalê re xwepêşandanek li dar bixin û piştre jî daxuyaniyek bidin. Ji bo ev şer raweste û bi dawî bibe. Lê mixabin êrîşê gel kirin û li ser gel gule reşandin. Nazê şehîd xistin. Nazê jî ji malbatek welatparêz bû. Ji 3’ê Tebaxê ve mala wan li Çiyayê Şengalê ye. Birayê wê jî di fermanê de şehîd bû. Ji wê malbatê ev bûn du kes şehîd dikevin. Birayê wê bi destê çeteyên DAIŞ’ê şehîd ket, Nazê jî bi destê çeteyên AKP-PDK’ê  şehîd ket.

 

‘Ev ne şerê birakûjiyê ye, ev şer dijî Êzidatiyê ye’

 

Çima ev şere dijî Êzidiyan tê meşandin?

 

Em vî şerê bi van çeteyan re weke şerê birakujîyê nabînin,  ev şer dijî Êzidîtiyê ye. Eger armanca wan êriş kirina YBŞ an jî PKK ye, PKK li gelek cihan heye.  Hêzên me yê YBŞ jî li gelek cihan hene. Mînak 72 km di destê me de ye. Çima cihek wek Xanesorê bûye, navenda revebirina wî gelî û hemû gel vedigere wê û berê xwe didin Xanesorê. Dibistan, şaredarî û hemu saziyên wê hene. Çima were Xanesorê, bila biçe  ser sinor cihê YBŞ têde heye li wir pirsgirêk derxistiba. Eger weku ew  dibêjin armanca wan PKK ye, PKK li Xaneqîn heye, li Mexmûr, li Kerkûk heye, li serê ciya heye, li Bakûr heye li her derî di nava çeperan de ne û şerê faşîstan dikin, bila biçin wir. Di vir de diyar dibe ku armanc û hedefê wan ne gerila ne, armanc gelê Êzidî ne. Eger em baş analîz bikin ev berdewamiya fermana 3’ê Tebaxê ye. Ji ber armanca 3’ê Tebaxê ji xilaskirina Êzidiyan û valekirina Şengalê bû. Ev jî bi serneket, armanca wan tinekirina gelê li çiyayê Şengalê bû, ev plan jî bi ser ne ket û ew malbatên li Çiyayê Şengalê berxwedan kirin û hebûna xwe dan berdewamkirin. Pişti ev plan bi ser ne ket, êdi bi mafyaya Tirkiyê re rêya Ewropayê vekirin û her ferdek bi 10 hezar dolaran ber bi Ewropa ve birin. Ev jî, ji bo ku Êzidî venegerin. Ev plana wan ji ser ne ket. Ji ber wê ji deriyê Sêmalka li ser me girtin. Erzaq li ser me qut kirin û ev qutkirin û qedexe heta niha jî berdewam dike ji aliyê hikûmeta herêmê ve, ji bo ku em  li ber xwe nedin em jî îrada xwe teslîm bikin û pîlanên wan pêk bên. Ew pîlan jî bi ser ne ket. Gelek caran daxaz û zextên li ser tûgayên pêşmergeyên Êzidî kirine ku êrişî YBŞ’ê bikin, şerê b,rakujî di nava pêşmergeyên Êzidî û Êzidyên YBŞ’ê derbixin. Bi zanebûna gelê me ev planên wan pêk nehatin, ev jî ji bo gelê me cihê serbilindiyê ye ku ev plan peknehatin û pêşmergeyên Êzidî şerê birayên xwe yên YBŞ’ê nekirin. Di vir de dît gel vî fikrî hembêz dike, ew rêveberiya wan ji cehşan re dikir wê têk biçe. Di vî alî de operasyona rizgarkirina Mûsilê ber bi dawî ve diçe, Til Efer  wê rizgar bibe, wê demê statuya Şengalê wê were pejirandin. Ji ber wê ev êrîş anî ser Xanesorê.  Ji bo ku gel koçber bibin û gel nevegerin Şengalê, gel di kampên Başûr de weke dîl bimînin û yên ji dervejî hêviya xwe ji vir qutbikin û bejîn şerê navxweyî  li wir derketiye ew der bi kêra me  nayê. Ji ber wê çendê rabu bi destê van koman  şer lidarxist, ne tenê gelê Rojava têdene, Tirk û mîtê Tirkan di nav de hebûn û yek peyv jî bi Kurdî ne dizanîn. Kurmanc jî di nava Şengalê de hebûn wan ji fermana 3’ê Tebaxê xirabtir anî serê gelê me.

 

Em bi şehîdên xwe serbilindin, eger ew pişta xwe bi Tirkiyê an Siûdiye an bi hinek din germ bike, em jî pişta xwe bi gelê xwe germ dikin.

 

 

‘Hemû êrîşên dijî Şengalê hatine gihandina destê rayedar û parlamentoya Iraqê’

 

We dema weke Serokê Meclisa Şengalê serdana Bexda kir, armanca vê serdana we çi bû û we ji rewşa Şengalê kî agahdar kirin?

 

Dema ku bûyer rû da me Konsolosxaneya Amerîka ya li Hewlêrê agehdar kir,li Iraqê jî me berpirsê ofîsa Ebadî dît, me nameyek ji bo wî jî da me wan jî agehdar kir û gelek cihên din yên ku vê rewşê dişopînin. Ji ber ku Şengal weke rêveberî hê jî ser bi Iraqê ve ye. Wek parêzgeha Mûsilê hê jî bi ser Iraqê ye. Ev êrîşa li ser gelê me çebûyî hemû gihişt ber destê Serokwezîrê Iraqê û parlamanterên Iraqê. Piştî bûyerê 2 rojan hemûyan li gel Serokwezirê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Parastinê bi awayek erênî jî hate nirxandin. Berî du rajan Heyder Ebadî di civina xwe ya heftane de anîbu ziman ku hinek hêz dixazin pêşketinên hêzên Iraq û Heşdî el Şeebî li Mûsilê û Til Eferê yên bi dest dixin têk bibin. Hinek eniyên hinder jî astengî ji me re çêdikin. Em vê çendê qet napejirînin. Helwestê me wê tund be li beramberî vê yekê. Eger ew venekişin, ev nêzîkatiyek baş bû di vir de. Ez bawerim ku peyam gihişt wan, ji ber têkiliyên di asta jor de di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dibe ku Iraq rasterast destwerdan nekiriye, lê agahiya wê jê heye û peyama gihandiye Hewlêrê û gotiye em vê çendê ji we re qebul nakin û wê hesab ji wan kesên gelê me kuştîn were xwestin. Hesabê wê jî PDK hildigre. Emê hesab jê bixazin hem di warê hiquqi de li ser asta Iraqê, hem di warê navnetewî de jî. Ji ber ku wan du xalên qanûni binpêkirine.  Li gorî qanûnên Iraqê nabe li ser xwepêşandêran de gulebaran çêbibe û çalakvan bên kuştin, lê PDK’ê jinek ciwan a 21’ê salî  kuşt û herî zêde jî di nava xwepêşandêran de dayîk hebûn, her kesê jî vê dît û ew hatin êrîş kirin. Xala duyem jî di aliyê  nevnetewî de jî ev hêz ne rewa ne, çete ne.

 

‘Ciwanên Başûr bê karin, çima wan nakin pêşmerge’

 

Çima PDK ji wan re dibêje ev hêze girêdayî Wezareta Pêşmergeyan e?

 

Bi hezaran ciwanên Başûr ên bê kar hene çima wan nakin pêşmerge. Diçe penaberên Rojava dike pêşmerge. Jimareya bêkaran li Başûr ji gelekin çima hêzek ya wan çênake çend hezar pêşmergeyên êzidî hene di Şengalê de çima wan nake pêşmergeyên fermî. Ev du sale heyder şeşo dixaze hêzên wî bikeve ser wezareta pêşmerge çima wê cênake. Dice yê ereb û penaberan çêdike. Ev jî li gorî qanunên navnetewî cênabe penaber bibe leşker, di wir de jî muxalefe kirye. Di vir de ew kesên penaber di welatê me de jî eger hemwelatiyê me bikuje divê doz lê bê vekirin. Çawa tu tê li ser axa vî welatî dijî tu nanê wi dixwî, tu ji welatê xwe penaberî welatekî din dibî tu ferdê wî welatî bikujî we demê tu sucdarî. Hesab ji wan penabera wê were xwestin kî berpirsê wan penabera ye, çima tu dihêli bibi penaber u ferdê wî welatî bikujin . ev hem di iraqê de divê doz li wan were vekirin.

 

‘Di projeya me de mafê hemû pêkhate û kesan heye’

 

We di serdana xwe ya ji bo Bexda de li gel rayedarên Iraqê qala çi kir û ti projeyek we hebû ku hun li ser axivîn?

 

Serdana me ya Bexdayê ji ber statuya Şengalê bû. Projeyek a me heye ji bo ku Şengal weke berî fermana 3’ê Tebaxa 2014 lê bê û Şengal di bin desthiladariya partiyek de ne be ku mafê  gelê Şengalê bixwe û di Şengalê de bi keyfa xwe kar bike. Ev berxwedan û şehîdên em didin ji bo Şengal bigehe maf û azadiya xwe ye. Ev projeya me beşek  radestî ofîsa Serokwezîrê Iraqê kir, beşek ji radestî nûnertiyên Şebek, Xiristiyan, Turkmenên, Şîe û pêkhateyên din yên deşta Mûsilê û Şengalê kirin. Lê mixabin nûnerê Kakeyiyan nema, eger heba meyê serdana wî jî kiriba, lê me projeya xwe pêşkêşî aliyên me hevdîtin ligel kirî, kir.

 

‘Me daxwaz kiriye ku ji bo Şengalê parêzgahek bê çêkirin’

 

We di projeya xwe de ji bo Şengalê daxwaza çi kiriye? Gelo Şengal dikare bibe herêmek serbixwe yan çi?

 

Projeya me li ser statuya Şengale bo demê pêş wê Şengal çawa be. Projeya me ji aliyê Ewropa ve piraniya xwe hatiye pejirandin. YE bi germahî nêzîk bûye. Ji ber ew dizanin di destûra Iraqê de çen xal hene ku ew dikarin niştecihên  kêmenetew  weke şebek, Êzidî, Xiristiyan, Kakeyî di wir de bistinin. Dema me radestî wan kir, wan jî di ber çavan re  derbaz kirin, berî ku bi kûrahî bixwînin gelek pê keyfxweşbûn û projeyek di cihê xwe de bû, ji ber ku ne tenê bi Êzidiyan ve girêdayî bû. Hem bi Xiristiyan, Şebek,  Turkmenên Şîe û hem Kakeyî hem jî bi Suneyên di wir de jî yên ku destê wan di xwîna gel de nebûn û Iraqî nekuştibin û bi DAIŞ’ê re tevger nekiribin, ew jî têdene mafê wan ji heye ku beşdarî wê avakirinê bibin û destek bidin wê avakirinê. Yekîtiya Ewropa bi germahi nêzîk bû. Lê divê li gorî fermiyetê di Parlamentoya Iraqê re derbaz bibe bê pejirandin û xistina meriyetê. Bê guman her kes wê beşdarî vê statuyê bibe yên li Şengalê û kêmenetewên li deşta Mûsilê. Her kesê ku niştecihê herême ye, mafê wî heye  beşdar bibe. Lê hinek kes hene destek yê wan di xwîna Iraqiyan de heye û destek dane DAIŞ’ê, ew wê cezayê xwe yê ferdî wê bidin. Em wek eşîr, wek milet wê efû nakin, ew kes wê cezayê xwe bikişînin.

 

‘Daxwaza me ji bo Şengalê çêkirina parêzgehekê ye’

 

Li Bexdayê desteyek hatiye avakirin ku girêdayî ofisa Serokwezîrê iraqê ye, statuya Şengalê li ber deste wan jî heye û ew ji kesên pisporin li gorî van meseleyên tene nîqaşkirin. Daxaziya me li gel Xiristiyanan re parêzgehek ji deşta Mûsil û Şengalê were çêkirin e. Ev projeya serekî ye. Eger ev bi ser ne ket du tişten dî hene ku yek parezgeha deşta Mûsilê yek ji Şengale. Ev parêzgeh ji weke rêveberiya xwecihî li gorî destûra Iraqê ser bi Bexdayê ve be. Rasterast girêdayî Bexda be ne girêdayî Mûsilê be. Di vê demê de biryara gelo li ser Bexda be an jî li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê be, yan bibe herêmek serbixwe bi wan aliyan re hat nîqaşkirin û ne demê wê biryarê ye ji ber ku gelême yê penaber heye, hem Xiristiyan hem Êzidî, hem Şîe ji hemû jî li başûr bûn, me got  heta hemû vedigerin ser xaka xwe hinek aramî çêbibe çend salek were rêvebirin piştî çend sal ku kesê bixaze dengê xwe bide bi azad dengê xwe bide. Ne dibin tu zext û metirsiyekê de bê, wê demê gelê me çi biryarê bide emê bi gelê xwe re bin.

 

‘Em tenê baweriya xwe bi ên ji bo me canê xwe dan tînin, ew jî gerîla ne’

 

PDK dibêje dive hêzên PYD û PKK’ê dive ji Şengalê derkevin. Gelo li Şengalê ti hêzên PKK û PYD’ê li Şengalê hene? Yan jî xelkê Şengalê dixwaze ev hêze ji Şengalê derbikevin?

 

PYD li Şengalê nine, lê hinek endamên PKK hene, ew ji  destpêka fermana 3’ê Tebaxê de li wiring û nahêlin li herêmê pirsgirêk çêbiin. Ger ne ji wan ba niha ji zûde PDK û Êzidiyan hevdû kuştibûn. Gelek caran gihiştin sinorê  hevdu kuştinê, le bi navbeynkariya wan ew astengî hatin derbazkirin. Cihê şanazî û serbilindiyê ye ji  ber ku wan kedekî mezin ji bo gelê Êzidî dan ku pêşmergeyên PDK yê Êzidî û gelê Êzidî hevdû ne kujin. Mafê PDK an jî Başûrê Kurdistanê nine ji PKK’ê re bêje ji Şengalê derkeve. Ji ber ku Şengal weke rêveberî ne girêdayî Herêma Kurdistanê ye. Ev mafê Iraqê ye û Iraq û ew aliyên hatine qurbanî dayîn weke PKK ku sedan şehîdên xwe dan heta ku gelê Êzidî rizgarkirin hêzên din jî eşîrên Iraqê ne. Ew valehiya ku hêzên Başûrê Kurdistan çêkirî û valehiya hêzên Iraqê çêkirî YPG/YPJ û gerilayan bi xwîna xwe tijî kirin. Bi sedan şehîd dane, heta ev gel parastine ku nehêlin tune bibin. Nehêlane Çiyayê Şengalê bikeve destê DAIŞ. Ji sê beşen Iraqê beşek kete destê DAIŞ’ê de tenê Çiyayê Şengalê li wê herêmê mabu ku neketibu destê DAIŞ’ê de. Ev ji bi saya fedekarî û xwina şehidan bu ji ber wê ew qas deng veda. Eger Iraq bixaze PKK ji Şengalê derkeve axa Iraqê ye bila bêne bi hevdû re runin. Şertê Êzidiyan hene kî garantî dide ku fermanek din bi ser Êzidiyan de neyê. Piştî ew hêzên gerîla ji vir derkevin ki garanti dide me, Herêma Kurdistanê, mane ew bû duh êrişî Xanesorê kirî, 3’ê Tebaxa 2014 bi 12 hezar pêşmerge bi telefonekê paşvekişiyan. Emê baweriya xwe bi kê benin. Hêzên Iraqê 60 hezar leşkerê wan li Mûsilê hebû 24 demjimêran de hilweşiyan.

 

‘Êzidî naxwazin gerîla ji Şengalê derkevin’

 

Emê baweriya xwe bi kê bînin. Em tenê baweriya xwe bi wan tînin yên ku di ber me de canê xwe dane. Ew jî gerîla ne, gelê Êzidî naxaze derkevin. Eger ew derbikevin gelê Êzidî yan wê nemînin yan ew jî wê bi wan re derkevin. Yanî namana Êzidiyane li wir de eger tiştek wisa hebe jî weke derketina wan gelê Êzidî naxazin derkevin. Heta gerila û gelê herêmê piştrast bibin ku xeterî ser ne maye , wê demê dikarin bi Iraqê re rûnin û hevpeymanekê çêbikin. Êzidî xwe bi xwe karibin xwe biparêzin, hêzekî wan çêbikin cek bidin wan, di bin çavderiya Neteweyên Yekbûyî de be û xeterî li ser wan nebe, wê demê emê bi baxên gula gerilayan bi oxur bikin. Em memnunin dibin ji wê keda hatî dayin re û şoreşgerî li ser weke erkekî li ser milê xwe dibînin. Dema ku weke heq û hiqûq Êzidî aram bu parastin jêre hat afirandin, hêza wî bi quwet bu û karî xwe biparêze rêveberiyek ya wê hebe ku ew xwe bi xwe rêvebibin ti pirsgirêk wê demê namîne.”

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin