Smiley face
sorani
Smiley face

Rêveberiyekî PDK’ê: Behsa îlankirina wextê dewletê kirin aqilane nîne

2017-03-15 14:42:45
Endamê Meclîsa Rêveberiya PDK’ê  Eta Şêx Hesen diyar kir ku ew ji bo serdanên geşta duyem ya ji bo aliyên siyasî li benda bersiva YNK’ê ne. Eta Şêx Hesen di derbarê ragihandina dewleteke Kurdî ji aliyê Barzanî ve jî got:“Ez nabêjim wê kengê dewleta Kurdî bê ragihandin, ev zêde aqilane nîne. Ji ber hîn guftugo ji ragihandina dewletê re pêwîste. Bes bi dîtina min îlankirina dewletê nêze."



 

DANA OMER/SILÊMANÎ

 

Endamê Meclîsa Rêveber a PDK’ê û berdevkê meclîsa rêveber a PDK’ê ya parêzgeha Silêmanî û Helebceyê Eta Şêx Hesen di hevpeyvîneke taybet a li gel ajansa me RojNews’ê de pirsên me yên weke; ‘geşta hevdîtinan a duyemîn a PDK’ê li gel aliyên siyasî, PDK ji bo çareserkirina qeyranên siyasî yên li herêma Kurdistanê de tên jiyankirin niyeteke xwe ya nermkirina helwesta xwe heye li beramber aliyên siyasî û ragihandina dewleta Kurdî û nêrînên PDK’ê di derbarê kongreya netewî de.”

 

‘PDK li benda bersiva YNK’ê  ye’

 

Kengê rûniştina PDK’ê li gel aliyên siyasî despê dike?

 

Civînên me berdewame. Gelek civînên me li gel şandeya bilind ya Polîtburoya YNK’ê  çêbûn. Biqasî agahdarim sedema pêknehatina hevdîtinên me yên diviyabû li gel aliyên din çêbibin, pêwendiya xwe bi civînên navxweyî yên YNK’ê re heye. Ji ber biryarbû bû ku YNK û PDK bi hevre serdana aliyan bike. Ji lewma em li benda bersiva YNK’ê ne.

 

 

‘Divê rûmeta serkeftinan bidin PDK’ê’

 

Nexşerêya pratîkî ya PDK’ê ji bo guhertina her sê serokatiyên Herêmê çiye, tê gotin ku PDK ji YNK’ê xwestiye  Serokatiya Parlamentoyê  bigire. Eger YNK’ê vê post’ê wergirt, wê Tevgera Goran bigire?

 

ji xwe belav kirina postan tiştek teknîkiye. Ew girêdayî şanda danûstandinane. Lê li gorî min bingehê hikûmetê fireh û serkeftî nabe. Eger hêzek di nav hikûmetê debe, divê hemû berpirsyartiyên pirsgirêkan bigire ser milê xwe. Lê hinek hêz bi berîka xwe li nav hikûmetê de bûn û li derve jî weke mûxalefet tevdigerin. PDK’ê hemû berpirsyartiyan girtiye ser xwe. Ji ber wê mafê PDK’ê ye ku rûmeta serkeftinan bigire. Lê tevî vê yekê jî baweriya PDK’ê bi xebatên eniyan û biryarên giştî heye. Her wiha ev qonax berpirsyariya peyameke nîştîmanî  û yekgirtî ji me dixwaze. Pêwîste hemû partî bi hevre qonaxa pêkanînê birêvebibin ku em bigihijin encamekî hevpar.

 

We di hevdîtinên xwede karî aliyan hindek nêzîkê hev bikin?

 

Beriya van hevdîtinên me herêma Kurdistanê di nava qeyranekî de bû, lê bi dil rehetî dikarim bêjim ku piştî van hevdîtinên me ya li gel aliyan, lihevkirinek di navbera aliyan de çêbike.

 

‘Eger PDK parlementoyê ranewestandiba wê piraniya xebatên siyasî yên li Kurdistanê têk biçûya’

 

We got baweriya PDK’ê bi siyaseta eniyê heye. Lê, di rastî de ya tê dîtin PDK di qada siyasî de bi tenê ye û piraniya aliyan ji bo paşxistina parlamentoyê  û derxistina wan ji Hewlêr rexne li PDK’ê digrin. PDK di dema dengdana  pêşniyar qanûna  bûdceya 2017’an ya Iraqê de bi tenê maye?

 

Em di mijara dengdana ji bo pêşniyar qanûna bûdceya 2017’an Iraqê de tenê man. Li gorî min ew ji  bo me cihê serbilindiyêye ku  me bi tenê parastina mafê netewî kir.  Gelek pirsgirêk di qanûna bûdceyê de hebû. Ji ber wê PDK ew qanûn qebûl nekir. Ez nafikirim ku PDK parlamentoya rawestandibe. Dibe ku parlamento hewl bide partiyekî derxe derveyî parlamentoyê. PDK xwedî 38 kursiyane. Hêzek tê parlamentoyê dixwaze vê partiya xwedî dîrokekî bixe dervey  siyasetê. Ev hişt ku parlemento were girtin. Ji bo pêşî li van metirsiyan were girtin PDK’ê ji bo demekî parlementoyê girt. Eger parlamento ne rawetabuya, dibe  ku piraniya xebatê siyasî yên li  Kurdistanê têkbiçûya.

 

‘Hêzek ne girêdayî qanûn be nikare bêje ez hêzek demokratim’

 

Li gorî we Tevgera Goran û aliyên din metirsîbûn li ser  siyaseta Kurdistanê, yan dixwestin di Kurdistanê de demokrasiyê pêşbixin. Ji ber ku wan ti biryarek bê piraniya dengan nedaye. Wê roja ku biryar bû li parlamentoyê guftûgo li ser qanûna serokatiya Herêmê were kirin, ji ber rêjeya qanûnî ne temambû, ji lewma serokê Parlamentoyê rûniştinê paşvexist?

 

Yek ji sedemê paşxistina parlamentoyê ew bû ku Goran nekarî wê rojê ji bo derbaskirina qanûna serokatiya herêmê rêjeya pêwîst ya dengên parlementeran bidest bixe.  Demokrasî bi wateya felsefî  sîstemeke ji bo rêvebirina desthilatdariyê ye.  Li hemû dinyayê ew hêz desthilatdariyê birêve dibe. Berpirsyartiya parastina sîstema siyasî û civakî digre ser xwe. Ji ber wê PDK’ê di desthilatdariyê de hêza herî mezine, xwe di ber parastina karên siyasî û  civakî de berpirsyar dibîne. Her hêzek nêzîkatiyeke berovajiyê vêya bike, PDK têkilî li gel saz nake. Demokrasî tê wateya serweriya qanûn. Meclîsa Bilind a Dadgeriyê li Herêma Kurdistanê, desthilatdariya herî bilind e. lê, Goran daxuyaniyek da û got ez biryarên wê esas nagirim. Eger tu qanûnê esas negirî, nabe ku bêjî ez hêzeke demokratim. Bes, niha ne dema wêye ku em li ser hevdû baxivin. Dema wê ye ku her aliyek gotinek baş ji bo li hev nêzîkbûna aliyan bike.

 

‘Aramî di encama  danûstandin û guftûgoyan de  pêktê’

 

Li Herêma Kurdistanê pirsgirêka serekî di navbera PDK û Tevgera Goran de ye. Eger weke tê gotin PDK niha bi rêbaza neteweyî dixebite, wê demê sedema ew aloziyên ku navbera Tevgera Goran û PDK'ê de çine û li ser çiye?

 

Li ti cihê dinyayê ne hatiye dîtin ku serokek di dema şer de dest ji kar berde. Lê serokê Herêmê piştî ku DAIŞ ji Herêma Kurdistanê dûr ket, bi xwe ji aliyan xwest ku  gûhertin li di her sê serokatiyan de pêk were. Ji vê zêdetir nerm kirin çawa dibe?. Her wiha pêkanîna şandek bilind ya poltîbûroya PDK’ê ji bo serdana aliyan, her nermkirina rewşêye. Nermbûn di encama danûstandin û guftûgoyan de çêdibe. Ti caran PDK deriyê guftûgoyan ne girtiye.

 

‘Dibe ku guftûgo werin bilezkirin’

 

Hûn ji bo berdewam kirina guftûgoyan li benda YNK’ê ne, yan jî eger heya demek din  YNK’ê bersiv nede, gelo hûnê bi xwe dest bi geşta duyem ya danûstandinan bikin?

 

Ji ber li cîhan û herêmê guhertin zû pêktên, ji lewma têxwastin ku em lez bidin gûftugoyan di navbera xwede. Ew mijarên berê bûne pirsgirêke divê em derbas bikin.  Refandûm tê wê wateyê ku di diyarkirina çarenûsê de rol bidî ferdê Kurd. Biryara avakirina dewletê jî biryara diyarkirina çarenûsa xweye. 

 

‘Dewlet li ser îrade tê avakirin’

 

Gelo çêkirina referandûmê nayê wê wateyê ku berpirsyariya encamên çêbûna dewletê bê dayîna gel, yan jî gelo pêş referandûmê pêwîst nake ku aliyên Kurdî garantiya parastina dewleta ji bo referandûm dikin bidest bixin?  Yan jî bi vê rewşa aborî dikare dewlet bê ragihandin?

 

Gelek dewlet hatine avakirin ku aboriya wan baş nebûye. Heya rêveberên wan jî nebûye. Dewleta Iraqê hat avakirin melîkê wê nebû. Melîkek ji derve ji bo Îraqê anîn, tevî ku di wê demê Kurd xwedî Melîk Mehmûd bû. Dewlet li ser îrade tê avakirin. Me aboriyek bihêz heye, lê niha em ketine nava krîzê de. Me hêzek pêşmerge ya bihêz heye. Niha nêzîkî 22 dewlet li Kurdistanê hêzên pêşmerge perwerde dikin. Li aliyekî din piştgiriya navnetewî ji bo me heye. Welatên cîran jî dijbertiya dewleta Kurdî nakin. Îran ne neraziye, tenê hinek îqna tê xwestin. Pêwîstiya Tirkiyê bi pêşxistina aboriya xwe heye. Ji bo vê jî pêwîstiya xwe bi danûstandinên li gel herêma Kurdistanê heye. Ereb jî gihiştine wê qenaetê ku dewleta Kurdî zirerê nade wan.

 

‘Ez nabêjim wê vê baharê dewlet were ragihandin, ji ber aqilane nîne’

 

Li gorî axaftinên we em dikarin bêjin ragihandina dewleta Kurdî nêzbûye. Dibe ku di vê Newrozê de dewleta Kurdî were ragihandin. Ji ber xelk dibêje her bahar Barzanî dibêje ezê dewleta Kurdî ragihînim?

 

Ev gotinên medya û hinek kesane. Li hemû dinyayê ti şoreşek bê rêber nikare biser bikeve. Me rêberek heye û li hember şerê DAIŞ'ê serokek pratîke. Her wiha dîrokek wî ya xebatê heye. Ji ber wê mafê wiye biryarê bide. Divê kesê bi aqil jî li pişt biryara serokê xwe be. Ez nabêjim wê vê baharê dewletê ragihîne. Çawa ku li Herêma Kurdistanê di navbera me de gûftugo berdewamin, bi heman awayî guftûgoyên siyasî yên herêmê li gel Bexda jî heye. Herêma Kurdistanê niha di warê pratîkî de dewlete. Ji  ber wê nermbûnek ya wan jî di mijara dewletê de heye. Ez nabêjim wê kengê dewleta Kurdî bê ragihandin, ji ber ev niha zêde aqilane nabe. Ji ber hîn guftûgo jêre divê. Bes bi dîtina min ragihandina dewletê nêze. 

 

‘Ji bo çareseriyê tiştek diyar bûyî derketiye holê’

 

Te diyar kir ku piraniya rêveberiyên desthilatdariyê di destê PDK’ê deye, ji ber wê piraniya serweriyan dikeve para PDK’ê, gelo PDK berpirsyariya şkestxwarina di qada petrol, gaz û aboriyê de jî digire ser şanê xwe?

 

Ewa ku hun weke şkesta aborî bi nav dikin ez jêre dibêjim hîm danîna aboriyê. Dema ku krîz li Fransa derket, sê balafirgehên xwe yên mezin anîn ber firotinê. Amerîka krîz jiyan kir, Yewnanîstan krîz jiyan kir, em bi heman awayî wê krîzê jiyan dikin. Niha em di nava krîza aborî dene. Îradeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku hêzji vê krîzê re bîne. Her wiha Ji bo çareseriyê jî tiştek derket holê.

 

 

‘Ewa ku niha di nava aliyan de divê were çêkirin peymana netewiye’

 

Kongreya netewî ji bo kurdan mijarek gelek girînge. Di demên derbasbûyî de KCK’ê bangawaziyek ji bo pêkanîna kongreya netewî kiribû, bang li aliyan kiribû ku kongreya netewî lidarbixin, gelo PDK’ê ji bo lidarxistina kongreya netewî wê çi pêngav biavêje?

 

Berê niha pêngavek ji bo kongreya netewî hate avêtin. Di avêtina gava yekê ya ji bo kongreya netewî de PDK’ê xwe xwedî roleke serekebû ku divê heqê wê neyê xwarin. Lê, niha demek dine. Ya ku niha di nav aliyan de were kirin peymana netewiye. Wê yekê diyar dike ku çawa danûstandin li gel  Bexda, Îran, Tirkiyê bike, wê PDK xwe weke xwediyê kongreya netewî bibîne. Lê, sedema paşxistina kongrê jî mijareke dine ku naxwazim li ser baxivim.

 

Eger pêngavên duyem ji bo kongreya netewî were avêtin, wê helwesta PDK’ê be?

 

Ez dibêjim niha demê çêkirina peymana nîştîmaniye. Eger hêzek bixwaze kongreya netewî çêbike, bila piştgiriya dewleta Kurdî bike, serweriya xaka Kurdistanê binpê neke, destwerdan li Herêma Kurdistanê neke. Kongreya netewî ewe ku di bi awayeke pratîkî di navbera hêzên siyasî de pêk were.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin